Termê Mîr Tehsîn Beg îro li Êzidxanê tê vesartin

Termê Mîr Tehsîn Beg îro li Êzidxanê tê vesartin

PeyamaKurd - Termê Mîrê Êzdiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Tehsîn Beg ku 28ê Çileya 2019an li Almanyayê wefat kiribû, îro 4ê Sibatê tê Kurdistanê û li cîhê herî pîroz ê Kurdên Êzidî bi axê tê spartin.

Hat ragihandin ku dê Termê Mîr Tehsîn Beg îro 4ê Sibatê bi rêya balefirxaneya navdewletî ya Hewlêrê û bi balefireke taybet a hikûmeta herêma Kurdistanê ji Almanyayê were anîn.

Hat zanîn piştî merasîmên pêşwazîkirinê, dê termê Mîr Tehsîn Beg ji bajarokê Şêxanê bi rê bikeve û li perestgeha Laleşê bi merasîmekê bispêrin axê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin