Li Mersînê ji PKK/KCK ê 4 kes hatin girtin

Li Mersînê ji PKK/KCK ê 4 kes hatin girtin

PeyamaKurd – Li bajarê Mersînê bi sedema PKK/KCK ê 4 kesên hatibûn binçavkirin derketin dadgehê û di encamê de hatin zîndanîkirin.

Operasyon di 2 yê adarê de hatibû kirin û belaveyê 3 bajaran, Mersîn, Diyarbekir û Entabê bû û 8 kes hatin binçavkirin. Di nava wan de hevjînê parlementera bajarê Wanê yê Muazzez Orhan Işık jî heye û ew jî hat zîndanîkirin.

Di nava binçavkiriyan de serokê berê yê şaxa HDP ê yê Mersînê û serokên navçeyên wê hebûn.

Piştî li baregeha asayîşê îfadeyên wan hatin sitendin, hevjînê parlementera Wanê yê Muazzez Orhan Işık M.I., serokê şaxa Toroslarê yê berê A.K., serokê navçeya Akdenizê yê berê M.G. û endamê partiyê B.Ö.bi biryara dagehê hatin zîndanîkirin.

Ji nav wan 4 kes bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin