Amerîkayê Serokê Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê xist lîsta terorê

Amerîkayê Serokê Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê xist lîsta terorê

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê, Sekreterê Giştî yê Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê Ehmed El-Hemdawî, xist nav ‘Lîsteya Terorîstên Navdewletî’.

Wezaret Amerîkî diyar kir ku ji bo gelek êrîşên li dijî baregehên Amerîka û hêzên Hevpeymaniyê yên li Iraqê Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê berpirsyariya êrîşan digirt ser xwe û eşkere kiriye ku planên êrîşan bi erêkirina Îranê pêk hatine.

Wezaretê teqez kir ku ev biryar wê Ketîbeyên Hizbullahê ji pêdiviyên pêwîst ji bo plankirin û pêkanîna êrîşan bêpar bihêle.

Amerîkayê doh 26ê Sibatê jî li ser 3 kesayet û 12 saziyên Lubnanî ku girêdana wan bi Hizbullahê re hebye ceza sepandibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin