PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro Duşemê ya ser rewşa dawî ya vîrusa koronayê de ragihand; 488 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 21 ke jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê ragihand, di nav 24 demjimêrên borî de 488 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku152 kes li Hewlêrê, 128 kes li Silêmaniyê, 178 kes li Duhokê, 6 kes li Helebceyê, 16 kes li Germiyanê, 8 kes li Raperînê ne.
Wezaretê diyar kir, 21 kesan jî can daye ku 6 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê û 1 kes li Helebce, 2 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ne.
Herwiha di nav 24 demjimêran de 164 kes jî baş bûne û çûne malên xwe.
Bi van hejmarên dawî re, hejmara pêketinên koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 93 hezar û 921 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 15 kes û heta niha 58 hezar û 105 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin