Malperên Hikûmeta Iraqê hatin hackkirin

Malperên Hikûmeta Iraqê hatin hackkirin

PeyamaKurd - Malperên hikûmeta Iraqê rastî êrîşên elektronî bûne û di encamê de hackkeran karine navendên elektronîkî yên serokatiya civata wezîran û pênc wezaretan hack bikin.

Malperên Wezaretan hatin hackkirin

Hackkeran ji bilî malpera Serokatiya Civata Wezîran, malperên Wezareta Tendirsutî, Wezareta Berevaniyê, Wezareta Petrolê, Wezareta Bazirganî û WEzareta Perwerdeyê hack bikin.

Li ser malperên ku hatine hackkirin, dirûşmên wek “dijminên jiyanê, îşev ranekevin” hatin nivîsîn.

Hackkirina malperên girêdayî hikûmeta Iraqê di demekê de ye, ku tevî bikaranîna tundûtîjiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve xwepêşandanên nerazîbûnê li Bexdayê û hejmarek bajarên din ên wî welatî berdewam in.

Xwepêşandanan li Iraqê zêdetirî du mehan didomin û heya niha zêdetirî 300 kesî bûne qurbanî.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin