Nûnerê taybet yê DYAyê Witkoff bi Zelenskiy û rayedarên Ewrûpa re axifî

Dîroka Weşanê :
Nûnerê taybet yê DYAyê Witkoff bi Zelenskiy û rayedarên Ewrûpa re axifî

PeyamaKurd – Nûnerê taybet yê Rojhilata Navîn yê DYAyê Steve Witkoff di rêya telefonê de bi Zelenskiy û rayedarên Ewrûpa re axifî.

Steve Witkoff, bi Vladimir Zelenskiy, sekreterê ewlehiya Ûkraynayê Rustem Umerov re bi rayedarên Îngîltere, Fransa û Almanya re axifî û got:

“Bo pêvajoya aştiya Ewrûpayê bo pêşdebirina gavên din, me axftinên baş kir.”

Ji Îngîltere bi Jonathan Powell re, ji Almanya bi şêwrimendê ewlehiyê yê dewletê bi Günter Sautter re û ji Fransayê bi Emmanuel Bonne re axaftin kiriye ku her sê jî pisporên ewlehiya welatên xwe ne.

Di axaftinê de wezîrê karên derve yê DYAyê Marco Rubio û şêwirmendê Trump Jared Kushner jî hebûne.

Xwurtkirina garantiyên ewlehiyê yên Ewrûpayê, qedandina şer û bo berlêgirtina şer mekanîzmayên ku bixebitin, li ser wan axifîne.