PeyamaKurd - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê piştî tohmetên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ku gotibû, bi gotina îtirafkarekî gotibû, Parlamentera HDPê Dîlan Dîrayet Taşdemîr çûye Garê, derbarê parlamentera HDPê de bi hinceta “endama rêxistinê ye” lêpirsîn da destpêkirin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylû doh êvarê di kanaleke televîzyonê de navê Parlamentera HDPê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr da û ew bi çûyîna Garê tohmetbar kir.
Taşdemîr jî li ser hesabê Twîtterê bersiva Soylû da û got: “Wezîrê Navxwe xwedê giravî xwe dispêre gotinên kesekî û di daxuyaniyekê de navê min anî zimn. Em ê nîşan bidin ku ev daxuyanî derew û îftirayeke mezin e.”
Piştî gotinên şevê din ên Soylu, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Dîlan Dîrayet Taşdemîr de bi hinceta ku “endama rêxistinê ye” lêpirsîn da destpêkirin.
Herwiha Parlamenterê HDPê yê Wanê Tayîp Temel ku Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDPê ye û ji Medyayê Berpirsiyar e li ser hesabê xwe yê Twitterê got ku wê partiya wan li ser van îdiayên Soylû û daxuyaniyên wî ku HDPê dike armanc daxuyaniyeke berfireh bide û helwesta xwe nîşan bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin