PeyamaKurd – Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ye. Roja zimên li hemû axivêr, nivîskar û kedkarên Kurdî pîroz be.
Îro 21ê Sibatê (21.02.2020) ye û roja 21ê Sibatê li dinyayê wekî "Roja Zimakê Zikmakî ya Navneteweyî" tê pîrozkirin. UNESCOyê di roja 17ê Mijdara 1999an biryar daye ku 21ê Sibatê bibe Roja Zimanê Zikmakî.
Kurd jî her sal di vê rojê de balê dikşînin ser girîngî û dewlemendiya zimanê Kurdî û bi çalakiyên cur bi cur roja zimên pîroz dikin.
Hêvîya me ew e ku ne tenê salê rojekê, bi çalakiyeke populer û rengîn de roja zimanê zikmakî were pîrozkirin lê sal duwazde mehan û 365 rojan Kurdî di rojevê de be; bi Kurdî were axivîn, nivîsîn û jiyîn. Ji bo jiyandina zimanê dayikê, pêwist e ew ziman bibe zimanê bazar û danûstendinê. Eger ziman nebe zimanê bazarê, dahatuya wî zimanî di metirsî û xeterê de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin