PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di xwepêşandanên dijî hikûmeta Iraqê yên li wilayeta Wasitê de, ji ber rûdana aloziya navbera xwepêşender û polîsan 48 ji wan polîs bi tevahî 59 kes birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku xwepêşanderan deriyên Zanîngeha Wasit a bajarê Qutê girtine û nehiştine ti kes têkeve hûndir ku piştre jî hêzên ewlekariyê mudaxele kirine û di encamê 59 kes birîndar bûne.
Di xwepêşandanên Iraqê de ku 1ê Cotmeha 2019an dest pê kiribûn û hîn jî berdewam dikin, heta niha bi kêmî 500 kes hatine kuştin û bêhtirî 20 hezar kes jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin