PeyamaKurd - Hêzên Asmanî yên Amerîkayê, wan dîmen û wêneyên ceribandinê yên projeya nepenî ya vê firokeya bê firokevan belav kirin
Di daxuyaniya Hêzên Asmanî de hatiye gotin ku, “Yekem firîna testê ya XQ-58A Valkyrieyê ya ku xwedî taybetiyên menzîla dirêj û lezgîniya di jêr asta şepêla dengê bilind de ye, di 5ê Adarê de, li Qada Testê ya Yuma ya li Arizonayê hate kirin. Taqîgeha Lêkolînê ya Hêzên Asmanî, XQ-58Ayê, bi hevkariya Kompaniya Sîstemên Firokeyên Bêfirokevan a Kratosê çêkir.”
Di dawuyaniyê de hatiye ragihandin ku ev firokeya han di firîn û daketinê de pêdiviya wê bi qadeke taybet tune ye, di yekem firîna xwe de 76 xûlekan li hewa maye û hatiye diyarkirin ku hîna hemû testên wê temam nebûne.
Hêzên Asmanî yên Amerîkayê, herwiha destnîşan kiriye ku firokeya XQ-58Ayê, dê di 5 testên din ên wek pîvana performansa ayrodînamîk û pîvana sîstemên firîn û daketinê de jî bê ceribandin.
Di dawiya daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku buhayê bikaranîna XQ-58Ayê ji yên firokeyên din kêmtir e û hatiye destnîşankirin ku ew dê bikaribin vê firokeya ku di warê şopandin, êrîş û şerê elektronîkî de derfetên baş peyda dike, di operasyonên hevbeş ên li gel firokeyên şer ên asayî de jî bikar bînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin