Endamê herî girîng ê DAISê hat girtin

Endamê herî girîng ê DAISê hat girtin

PeyamaKurd Li sînorê bajarê Nînowayê, endamê herî girîng ê DAIŞê ji aliyê Dezgeha Îstixbarata Serbazî ya Iraqê, di çarçoveya operasyoneke serbazî û îstixbaratî de, hat girtin.

Dezgeha Îstixbarata Serbazî ya Iraqê do diyar kir, di operasyoneke taybet de endamê DAIŞê yê bi navê "Er Reqawî" li gundê "El Kuseyrîn" ê ser bi nahiya "Hemdaniye" ya li rojavayê parêzgeha Nînowayê hate girtin.

Li gor daxuyaniyê: "Er Reqawî" yek ji endamên herî girîng ê DAIŞê ye ku ser bi firqeya "El Kewasîr" a terorîst bû û beşdarî gelek şerên ku DAIŞê li dijî hêzên Iraqê encam dane bûye.

Herwiha li gor madeya 4 a terorê, ji aliyê dadgehê ve fermana girtina wî hatibû derxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin