PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 115 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jî can daye.
Di daxuyaniya wezaretê de hat eşkerekirin, ji 115 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine; 51 kes li Hewlêrê, 28 kes li Silêmaniyê, 34 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ne û kesê wefat kiriye jî li Germiyanê ye.
Herwiha Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku di 24 demjimêran de 112 kes nexweşên koronayê jî baş bûne û hejmara başbûyan bûye 102 hezar û 657 kes.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên korona li Herêma Kurdistanê gihîşt 107 hezar û 301 kesan ku ji wan 3 hezar û 502 kesan wefat kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin