PeyamaKurd- Li Almanyayê li bajarê Solingenê di daîreyekî apartmanê de cenazeyên 5 zarokan hatin dîtin. Li gor çapemeniya Almanyayê; dêya zarokan ya 27 salî zarokên xwe yên ku salên wan 1, 2, 3, 6 û 8 tin kuştiye. Li gor çapemeniyê pîra zarokan li polîs geriyaye û gotiye ku dê keça wê 5 zarokên xwe bikuje û here tatîla xwe bike. Li ser giliyê dapîra zarokan polîs diçe mala bûyerê û cesedan dibîne.
Li gor çapemeniyê; dêya zarokan kurê xwe yê 11 salî bi xwe re dibe lê her 5 ên dinan dikuje. Dêya zarokan piştî 5 zarokên xwe dikuje û kurê xwe yê 11 salî bi xwe re dibe, xwe davêje ber trênê û giran birîndar dibe. Niha li nexweşxanê ye û kurê 11 salî li cem dapîra xwe ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin