PeyamaKurd - Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di 24 saetên borî de 3 kesên din ji koronayê can dane û 101 kesên din jî pê ketine.
Mistefa ragihand, li herêmên jêr kontrola Rêveberiya Xweser 101 kesên din bi koronayê ketine 21 kes li Hesekê, 14 kes li Qamişlo, 14 kes Dêrikê, 2 kes li Dirbêsiyê, 9 kes li Reqa, 5 kes li Girkê Legê, 3 kes li Amûdê û 3 kes jî li Şehba ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane, 2 jin û mêrek e û ji Qamişloyê ne.
Ciwan Mistefa diyar kir ku 7 nexweş jî baş bûne.
Tevî van amarên dawî heta niha 9 hezar û 766 kes li Rojavayê Kurdistanê bi vîrusa koronayê ketine, 372 kesan can daye û hezar û 300 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin