PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û Serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan, di gotara koma partiya xwe ya parlamenê de beşeke mezin ji operasyona Garê ya bi ser PKKê de veqetand û bersivên tund dan Serokê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ku Erdogan wekî berpirsê kuştina 13 dîlên di destê PKKê de nîşan dabû.
Erdogan got ku Kiliçdaroglu dixwaze qetlîama Garê bixe stûyê min û diyar kir ku wî tevî wezîrên xwe şandine cem Kiliçdaroglu jî dîsa îqna nebûye.
Erdogan li ser mijarê wiha axivî: “Ew qas piçûk bûne ku tawana vê qetlîamê dixwazin bixin stûyê me. Hûn ligel terorîstan meşiyan. Mane hûn bûn yên ji bo parastina her cure terorîstên PKK û FETOyê bûne seferber? Mane hûn bûn we rexne li operasyonên me yên derveyî sînoran digirt û digot, nabe hûn biçin? Mane hûn bûn we digot, em YPGê wek rêxistina terorê nabînin?”
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu doh di axaftina xwe ya koma partiya xwe de, li ser operasyona Garê ya artêşa Tirkiyê ku 13 dîlên di destê PKKê de hatibûn kuştin rexneyên tund li Erdogan girtibûn û ew wekî berpirsê kuştina wan kesan nîşan dabû.
Li aliyê din hê jî PKK û dewleta tirk hevdu bi kuştina wan 13 kesan tawanbar dikin ku li gorî daxuyaniyên Tirkiyê PKKê ew bi guleyan kuştine û li gorî PKKê jî artêşa Tirkiyê nexwestiye wan sax bistîne û ew kuştine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin