8 wefat û 570 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin

8 wefat û 570 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên borî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê ya îro Sêşemê, di 24 saetên borî de 570 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 8 kes jî pê mirine.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 saetên dawî de 778 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van hejmarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 174881 kesan, ya mirinan bû 4339 kes û heta niha 162674 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin