HSD: Li Baxozê 1300 kesên din xwe radest kir

HSD: Li Baxozê 1300 kesên din xwe radest kir

PeyamaKurd  - Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Baxozê 1300 kesên din xwe radest kir.

HSDê li dijî Baxozê, ku herêma dawî ya di destê DAIŞê da ye, roja Yekşemê operasyona dabû destpêkirin.

Berdevkê HSDê Mistafa Balî bi rêya Twitterê dîyar kir ku hejmareke din a endamên DAIŞê  tevî malbatên xwe radest bûne. Li gorî ajansên bîyanî yên nûçeyan gelek kesên radest dibin birîndar in.

Ji alîyê din ve HSDê ragihand ku ji roja yekşemê û vir ve 112 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin