PeyamaKurd - Şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goran îro 18ê Kanûnê ji bo danûstandinên li ser kabîneya nû ya hikûmeta 9an a Herêma Kurdistanê civiyan.
Piştî civîna Girê Zertekê ya li Silêmaniyê bi daxuyaniyeke hevbeş hat ragihandin ku herdu aliyan biryar dane bi helwesteke berpirsiyarane bo hevkariya ligel hevdu kar bikin.
Herwiha hat diyarkirin, di civînê de li ser avakirina kabîneya nû, çareserkirina kêşeyên hemwelatiyan, mijarên amadekirina bernameyeke xurt a hikûmetê û xizmetguzariyan axivî ne.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê herdu alî li ser babetên hevpar danûstandinên xwe berdewam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin