PeyamaKurd- Rêxistina Pakistanê ya bi navê Muslim Hands (Destên Misilmanan) 81 TIR birinc ku bihayê wan dike 1.7 mîlyon dolar teslîmê AFAD û Kızılay a Tirkiyê kirin. Alîkarî dê bo xelkê gundên Idlibê û penaberên Sûriyê yên ku li Tirkiyê ne bê belavkirin.
Navenda Muslim Hands Londra ye û Pakistaniyên ku li Afrîka Başûr, Londra û Fransayê dijîn, alîkariyê bo xelkê Sûriyê şandine. Alîkariya ku hatiye şandin li Tirkiyê wê bo penabêrên ku di konteyniran de dijîn yên li Hatay, Osmaniye, Adana, Maraş, Kîlîs û Entabê bê belavkirin.
Bo belavkirinê 50 TIR hat teslîmkirin bo Kizilaya Tirkiyê da bişînin wan ciyên li jorê navborî û 31 TIR ên mayî dê bişînin Idlibê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin