Hêzên Hewayî yên Afxanistanê do li bajarê Qunduza li bakûrê Afxanistanê êrîş birin ser dibistanekî û di encamê de kesên mirin ji 100 î derbas bûn.
Ragihandin ji aliyê Qeymeqamê Daştî Arçî ji aliyê Nasruddin Sadî ve hat kirin. Qeymeqan got ku xelkê sîvîl jî di nav de 100 kes mirine û 50 kes jî birîndar bûne. Êrîş di dema kesên ku di medresê de bûne hafizqur’an, bo derçûna wan merasim dihat kirin de hatiye kirin.
Qeymeqam Sadî ragihand ku di nava miriyan de mezinên Talîbanê yên girîng ku tevli merasimê bûne hene. Li gor şahidan li dora 500 kes tevli merasima derçûnê bûne.
Li gor ragihandina berdevkê asayîşa bajarê Qunduzê Enamûddîn Rahmanî ku berê ragihandibû; di nava miriyan de 25 mîlîtanên Talîbanê hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin