Rojava | Rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin

Rojava | Rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr deshilata Rêveberiya Xweser di 24 saetên dawî de 34 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin û 3 kes jî pê mirdin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 saetên borî yên vîrûsa koronayê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê 34 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine ku ji wan 2 kes li Hesekê, 2 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 3 kes li Kobanî, 7 kes li Reqayê, 2 kes li Tebqayê, 8 kes li Dêrezorê, 3 kes li Minbicê, 3 kes li Şehbayê, 1 kes li Kampa Holê û 1 kes li Kampa Roj e.

Herwiha 3 kesan jî jiyana xwe ji dest daye û 2 kes jî baş bûne.

Li gorî amarên fermî li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 18281 kesan, ya mirinan bû 752 kes û heta niha 1843 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin