PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê, di encama herrifandina avahiyekê de, jineke Sûrî û 3 zarokên wê di bin kavilan de man. Piştî hewldanan her 4 kes ji bin kavilan hatin derxistin, lê dayika zarokan li nexweşxaneyê can da.
Li gor zanyariyan, ev bûyer îşev li qezaya Şahînbey a Dîlokê û li kolana Şîmşek a taxa Savcîlî çêbû û sedema herrifandinê nayê zanîn.
Herwiha, jineke penaber a Sûrî ya tevî 3 zarokên xwe di vê avahiya vala de dijiyan û di encama herrifînê de, her 4 kes di bin kavilan de man.
Tîmên saziya AFADê, li ser agahdarkirinê gihîştin cihê bûyerê û her çar kesên di bin kavilan de, rizgar kirin. Her çar kesên birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneya bajêr.
Ajansa IHA ya Tirkiyê daye zanîn, jina Sûrî ya bi navê Fatma Rehman a 60 salî, li nexweşxaneyê ji ber dijwarbûna birînan can daye.
Lêgerînên tîmên rizgarkirinê li cihê bûyerê bi dawî bûne, lê polîs derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin