Joe Biden pêsniyara Pûtîn red kir!

Joe Biden pêsniyara Pûtîn red kir!

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden'ın, pêşniyara Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn a hevdîtina weşana zindî red kir.

Wezareta Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku Biden pêşniyara Pûtîn a gotûbêja di weşana zindî de red kiriye.

Hêjayî gotinê ye, Serokê Amerîkayê bi sedema mudaxeleya hilbijartinên seroktiyê yên 2020an Serokê Rûsyayê tawanbar kiribû û gotibû, ew dê bedelê wê bide.

Herwiha Biden li ser pirsa ‘Gelo tu difikirî ku Pûtîn qatil e?’ jî gotibê, ‘Belê’ û vê gotinê krîzeke navbera herdu dewletan çêkiribû.

Piştre jî Pûtîn bersiva Biden dabû û gotibû, ew amade ye ligel Biden bi awayekî online bicive.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin