PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê her diçe jimara pêketiyên koronayê kêm dibin. Di rojên dawiyê de her diçû pêketiyên koronayê zêde dibûn û niha jimara wan dadikeve. Di nav 24 sietên dawiyê de, 260 testên Kovid-19 ê posîtîv derketine û 4 nexweş can dan. Tabloya wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ya rojane wehaye:
164.711 kes heya îro bi nexweşînê ketine.
4.211 nexweş heya îro mirine.
149.062 nexweş heya îro baş bûne.
260 testên îro posîtîv derketine.
4 nexweş îro mirine.
773 nexweş îro baş bûne.
Testên posîtîv derketine ji wan 21 kes li Hewlêrê, 42 kes li Silêmaniyê, 187 kes li Duhokê û 10 kes li Helebçeyê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin