Medya Îsraîlê: Wê Netanyahû serdana îmarat û Behreynê bike

Medya Îsraîlê: Wê Netanyahû serdana îmarat û Behreynê bike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû, bi serdaneke fermî diçe welatên Îmarat û Behreynê ku bi wan re peymanê aştiyê hatibû îmze kirin.

Medya Îsraîlê ragihandiye ku Netanyahû ji bo li hember peymana atomî ya ligel Îranê eniyekê ava bike û herdu welatên Îmarat û Behreynê bikişîne cem xwe, 9 meha Sibatê serdana wan welatan dike.

Hat diyarkirin ku Netanyahî piştî serdana xwe ya paytexta Îmaratê Abûzabiyê wê derbasî peytexta Behreynê Manamayê bibe û dawî li serdana xwe bîne.

Kanala 13 ya Îsraîlê derbarê serdana çaverêkirî de gotiye, mebesta Netanyahî çespandina serkeftinên dîplomatîk ên vê dawîyê û avakirina eniyekê li dijî Îranê ye bo peymana nukleerî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin