PeyamaKurd – Ji bo vekirin û çavdêrîkirina çendîn projeyên bazirganî û avedankirinê, Cîgirê Serokomarê Îranê Ishaq Cehangîrî, serdana parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê dike.
Serdana Cîgirê Serokomarê Îranê bo Sine, tenê bo rojekê ye û di wê serdanê de, dê projeya rêkxistin û pêşxistina deriyê sînorî yê Başmaxê bê destpêkirin û herwiha biryar e navçeya taybet a aboriyê ya Baneyê jî bê vekirin.
Li gor ajansa fermî ya Îran (IRNA) derbarê serdana Ishaq Cehangîrî de diyar kiriye, Cehangêrê dê biçe gundê Hanîs û dê 146 kîlometre rêya gundên parêzgehê veke, herwiha dê hejmarek projeyên avedankirinê jî li ser asta parêzgehê bên vekirin, ku dibin sedema peydabûna derfetên kar bo nîştecihên gundan.
Herwiha li gor daxuyaniya serokatiya komara Îranê, destpêkirina projeya rêkxistin û pêşxistina deriyê sînorî yê Başmaxê li Merîwanê, gihandina boriya gazê bi 100 gundan û 150 kargehên pîşesazî û hilberînê, projeyên Meskenê Mêhr û 20 yarîzgehên werzişî yên biçûk, du heya çar hektar şitilgeh û mezrayên gul û çend projeyên çandiniyê, ji giringtirîn bernameyên serdana Cîgirê Serokomarê Îranê bo parêzgeha Sine ne.
Beşek ji bernameya serdana Cehangîrî bo parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jî, vekirina navçeya taybet a aborî ya Baneyê û dirustkirina yekîneyên aborî yên nav projeyê ne.
Sine, hevsînorê parêzgeha Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê ye û 1 milyon û 603 hezar kes lê dijîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin