PeyamaKurd- Li bajarê Tirkiyê li Hatayê (Antakya) di erebeyekî de teqîn çêbû û 3 kesên ku di erebê de bûn mirin. Her 3 kes jî xelkê Sûriyê ne. Li gor ragihandina parêzgehê; texmîna ew e ku di erebê de teqemeniya ku bi dest hatibû çêkirin hebûye û lewra teqiyaye.
Li ciyê bûyerê tedbîrên baş hatin girtin û gelek ambû lans û polîs çûn ciyê bûyerê. Di teqînê de 2 Sûriyeyî di cîh de mirin û 1 jî birîndar bû. Birîndar birin nexweşxaneya dewletê ya Îskenderûnê lê li nexweşxanê mir. Parêzgeh di mijarê de beyaneka weha belav kir:
“Em difikirin ku erebe bi sedema teqemeniya navê teqiyaye. Me xwediyê erebeya Sûriyê tesbît kiriye. Ew kesên ku di erebê de mirine, pêwendiyên wan bi kê re hene tên lêpirsîn. Di bûyerê de ti zerarekî negihaye hemwelatiyên me. Ger di bûyerê de pêşdeçûn çêbibin dê bi raya giştî re bên parvekirin.”
Piştî bûyerê enqazê erebê hat rakirin lê perçê erebê di dema teqînê de firiya heya qata 7 an ya apartmanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin