NASA bi Falcon 9 a SpaceXê 4 astronotan disîne fezayê

NASA bi Falcon 9 a SpaceXê 4 astronotan disîne fezayê

PeyamaKurd – Ajansa Fezayê ya Amerîkî NASA bi hevkariya kompaniya SpaceX û bi rêya roketa Falcon 9ê îşev li gorî dema Kurdistanê li demjimêr 03:27an ji bo 6 mehan 4 astronotan dişîne Stasyona Navdewletî ya Fezayê (UUİ).

Hat diyarkirin ku ji ber xirabûna rewşa hewayê pekandina roketa Falcon 9 ku biryar bû roja Şemiyê bûya hatiye paşxistin û îro ji Navenda Kennedy a Fezayê bo Stasyona Navdewletî ya Fezayê (UUİ) tê şandin.

Wê 4 astronotên Amerîkî û Japonî ku bo fezayê bên şandin ji bo erkên xwe 6 mehan li Stasyona Navdewletî ya Fezayê (UUİ) bimînin.

Di tîma astronotan a ku li demjimêr 03.27an ber bi fezayê bi rê dikevin de, Michael Hopkins, Victor Glover, Shannon Walker û Soichi Noguchi cî digirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin