PeyamaKurd – Berdevkê NATOyê Allison Hart ragihand ku di seha hewayî ya Letonya de dronekî ketiye seha wê û drone ji aliyê balafirên şer yên Tirkiye û Îtalyayê de hatiye xistin.
Piştî vê tevgerê Hart ragihand ku hevkariya NATO li hemberê her tehdîdê amde ye. Hart, ragihandina xwe di ser medya civakî di ser Xê de kir û got:
“Balafirên Eurofighter yên Îtalyayê ku li Lîtvanyayê binecîne û balafirên F-16 yên Tirkiyê ku li Estonyayê bicîh ne, bi sedema drona li ser seha hewayî bi hewa ketin.
Rojekî berê bi sedema dronekî ket seha Romanyayê, balafirên Romanya û Îspanyayê yên F-16 ketin nav tevgerê û em pêşdeçûnan ji nêz de dişopînin.
NATO li hemberê îhtîmala tehdîdan 7 roj û 24 seet amade ye. Em ê axa xwe û ewlehiya xelkê xwe bi berdewamî biparêzin.”