NATO: Divê em nehêlin ser derkeve derveyî Ûkraynayê…

NATO: Divê em nehêlin ser derkeve derveyî Ûkraynayê…

PeyamaKurd – Piştî lutkeya wezîrên derve yên welatên hevpeymanên NATOyê li baregeha NATO ya Brukselê, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stontelberg, li ser destwerdana şerê Ûkraynayê û berevaniya NATOyê daxuyaniyên girîng dan.

Stoltenberg got: “Ev şerê Pûtîn e. Em bang li Pûtîn dikin hemû yekîneyên xwe ji Ûkraynayê vekişîne û rêya dîplomasiyeke rasteqîn hilbijêre. NATO piştevaniya Ûkraynayê dike û herwiha alîkariya berevaniyê dide. Em ê bedel bidin dayîn.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê da zanîn ku ji bo şer zêdetir hilweşîner nebe û windahiyên mirovan zêdetir nebin, ew destwerdaneke rasterast nakin, lê divê rê li ber bigirin ku şer dernekeve derveyî Ûkraynayê.

Stoltenberg diyar kir, “Wê li Ûkraynayê balafir û keştiyên NATOyê nebin, lê ew dê zêdetir alîkariyê bidin hêzên Ûkraynayê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin