Navbera Amerîka û YA yê li ser Îranê nexwes dibe

Navbera Amerîka û YA yê li ser Îranê nexwes dibe

PeyamaKurd- Daxwaza Amerîkayê ya ku dixwaze ji nû de dorpêçên ser Îranê yên di bin kontrola Neteweyên Hevgirtî de cîbicîn bibin û pêvajoyeka nû destpêbike, navbera Amerîkayê û Yekîtiya Awrûpayê nexweş kir. Endamên konseya ewlekariyê yên YA yê Fransa, Îngîltere û Almanya ragihandin ku ev hewla Amerîkayê qanûnî nîne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, roja berê li Koşka Sipî di civîna çapemeniyê de behsa mekanizma ya “snapback” ê kir. “Snapback” tê vateya ew dorpêçên ku bi biryara jimare 2231 ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Hevgirtî ku pê dorpêçên ser Îranê rakiribû, dikare car din wan dorpêçan deyne ser Îranê. Duhî, wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, çend wezîrên Amerîkayê bi nûnera Amerîkayê ya NH re bi Kelly Craft re çûbû navenda NH û seredan kiribûn. Ev tevger dîplomasiyê ji nûh de geş kir.

Amerîka dibêje ku Îran egera peymana nukleerî bicîh nayne lê sê dewletên Awrûpayê li dijî vê tevgera Amerîkayê dertên. Pompeo jî li dijî wan 3 dewletan got ku ew li cem Ayetûllahan ciyên xwe girtine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin