NBC News: Di doza Trump de gef zêde bûn!

NBC News: Di doza Trump de gef zêde bûn!

PeyamaKurd- NBC News ku yek ji şaxên medyaya sereke ya Amerîkayê ye, nivîsand ku dadger û Serdozgerê Giştî yê New Yorkê jî di nav de li gelek kesan gef tên xwarin û ev gef her ku diçe zêde dibin.

Piştî ku Serokê Berê yê Amerîkayê Donald Trump derket pêşberî dadgehê, di çapemeniya Amerîkayê de hat ragihandin ku bi taybetî gefên li ser dadger û malbata wî zêde bûn. 

Çapemeniya Amerîkayê nivîsand ku ji bo kesên tevlî pêvajoyê bi taybet dadger bûne, bergirên ewlehiyê hatine zêdekirin.

Hat diyarkirin ku dema ku yekem rûniştina li ser Trump qediya, fikarên ewlehiyê ji bo gelekan çêbûn û nemaze dadwerê berpirsiyar û malbata wî.

Ji aliyê din ve piştgirî ji bo Trump ji Meksîkayê hat ku yek ji du cîranên Amerîkayê ye. Serokê Dewleta Meksîkayê Andres Obrador bal kişand ser hilbijartinên sala bê yên li Amerîkayê û got,"Divê pirsgirêkên hiqûqî ji bo siyasetê neyê bikaranîn."

Obrador destnîşan kir ku sûcdariyên li dijî Trump, veguherîne kampanyaya riswakirinê.  

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin