PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê, beşa budceya Herêma Kurdistanê di projeyasaya sê mehên 2020an de bicîh kir.
Li gor Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad ji malpera fermî ya PDKê re diyar kir, Hikûmeta Iraqê projeyasaya budceya giştî ya Iraqê, bo sê mehên pêş şandiye Parlamentoyê.
Beşîr Hedad da zanîn, projeyasaya budceya sê mehên pêş ên 2020an ê beşa budceya Herêma Kurdistanê, ji Parlamentoyê re hat şandin.
Herwiha Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê destnîşan kir, hefteya bê Parlamento wê bo pejirandina projeyasayê bicive.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin