Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyê dev ji kar berda

Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyê dev ji kar berda

PeyamaKurd – Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyê Ziya Selçûk, dev ji kar berda û Prof. Dr. Mahmut Ozer, li şûna wî bû Wezîrê Perwerdehiye.

Biryarên destnîşankirinê yên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de hatin weşandin. Li gor biryarê, Wezîrê Perwerdehiyê Ziya Selçûk dev ji kar berdaye û li gorî xalên 104 û 106emîn ên Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyê li şûna wî Cîgirê Wezîr Prof. Dr. Mahmût Ozer wek wezîr hatiye erkdarkirin.

Herwiha Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan 3 kes, Prof. Dr. Petek Aşkar, Prof. Dr. Ahmet Emre Bîlgîlî ve Dr. Sadrî Şensoy wek Cîgirê Wezîr destnîşan kir.

Li aliyê din Ziya Selçûk jî di derbarê destkişandina xwe ya ji kar de li ser hesabê xwe yê Twitterê Spasiya Serokkomarê Tirkiyê kir û diyar kir: “Ji îro şûn ve, erka min a Wezareta Perwerdehiyê bi dawî bûye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin