PeyamaKurd- DEAŞ êrîşên xwe yên li deverên ku nakokî ser wan hene de, her diçe zêde dike. Bi taybetî li Pirde, Dûbiz û Şiwanê. Piştî ku pêşmerge ji wan deveran vekişiyan, li Çiyayê Domelan û devera Pirde û ciyên ku nêzî navenda Kerkûkê ne, DEAŞ di hefteya dawiyê de, 6 caran êrîşê ser hêzên Iraqê kirin. Bilindahiya Çiyayê Domelanê bûye navenda wan. Li gor ragihandina fermandarê hêzên pêşmerge yê Pirde Nûri Heme Elî, bo Rûdawê, rewşa deverê weha ragihandiye:
“DEAŞ iyên ku berê hatin, pişta xwe dan axa û mezinên malbatan. Paşî ketin nav sefên Heşdî Eşayîrî. Bi roj, bi hêzên Iraqê re tevdigerin. Eger ew çavdêriyê nekin dê li ser rêya esasî çawa DEAŞ êrîşê ser hêzên Iraqê bike?”
Ji gundê Emşixê Sîrwan Muhammed dibêje: “Li bilindahiya çiyayê Domelanê ewlekarî qels e. Li wê derê DEAŞ di nava tevgereka zêde de ye. Me çend caran DEAŞ iyan dît û ji hêzên asayîşa Iraqê re got. Hatin û nihêrtin lê gotin ku fermana lêdana wan tine ye.”
Li başûrê Kerkûkê di nava vê mehê de DEAŞ xebatên xwe zêde kiriye û 10 caran êrîşê biriye ser hêzên Iraqê. Di êrîşan de 23 kesên hêzên asayîşa Iraqê jiyana xwe ji dest dan.
Hêzên pêşmerge tedbîrên xwe yên ser sînorê Pirde zêde kirine. Li gor pêşmerge; di herêmê de zêdebûna DEAŞ iyan, bi sedema zêdebûna hêzên Heşdî Şabî û Heşdî Eşayîrî ne di herêmê de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin