Necmeddîn Kerîm: Ew kesên ku dibêjin Pêsmerge wê vegerin…

Necmeddîn Kerîm: Ew kesên ku dibêjin Pêsmerge wê vegerin…

PeyamaKurd- Necmeddîn Kerîm got ku Ew kesên ku dibêjin Pêşmerge wê vegerin Kerkûkê, henekên xwe bi gelê Kurd dikin.

Waliyê Kerkûkê yê ku ji wezîfê hatibû dûrxistin Necmeddîn Kerîm, ji çapemeniya Kurdî re axivî û got ku “Ew kesên ku dibêjin Pêşmerge wê vegerin Kerkûkê, henekên xwe bi gelê Kurd dikin, bi hestên gel dileyîzin.”

Amerîkî dixwazin fêhm bikin bê di 16ê Cotmetê de çi qewimî.

Necmeddîn Kerîm wiha berdewam kir: “Di serdana Amarîkayê de ez bi hinek rayedarên Amerîkî re axivîm. Mijara hemî civînên me, bûyerên 16ê Cotmehê bûn. Amerîkî dixwazin fêhm bikin bê di 16ê Cotmetê de bi rastî çi qewimî.

Kerîm wiha got: “Li ser vegera pêşmergeyan ya ji bo Kerkûkê ti peyman tune ne. Ew kesên ku biryar dan ku Kerkûk jî beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bibe, dibêjin ku Pêşmerge wê vegere Kerkûkê. Ev derew e. Tenê henekê xwe bi gel dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin