PeyamaKurd - Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku 4 welatiyên Îranê yên ku di firotina petrola Îranê ya li derveyî welat û komkirina dahatên wê de rol dilîzin, xistine lîsteya dorpêçan.
Rêveberiya Washingtonê çarçoveya "Operasyona Tecrîdî ya Aborî" ya li dijî rejîma Tehranê berfireh kir. Wezaretê diyar kir ku ji ber dorpêça deryayî ya DYAê firotina petrola Îranê gihîştiye ber rawestanê û destnîşan kir ku rejîm di vê rewşê de hewl dide bi milyaran dolar ji navbeynkarên firotina petrolê kom bike, lê gelek ji van navbeynkaran bi rêya gendeliyê dahatên petrolê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî diparêzin.
Kesên hatine dorpêçkirin û têkiliyên wan
Mihemed Cewad Bawend: Efserekî berê yê îstixbaratê yê Pasdarên Şoreşa Îslamî (IRGC) ku rêveberiya vegerandina dahatên petrolê yên ji derveyî welat dike.
Mecîd Tac: Birayê Serokê Federasyona Futbolê ya Îranê Mehdî Tac û endamekî heman tora darayî.
Mihemed Huseyîn Serwatî: Kurê Lîwayê Pasdaran Muhsin Serwatî ku di şîrketên navbeynkar ên şandina petrolê bo rafîneriyên biçûk û serbixwe yên li Çînê de rêveber e.
Mucteba Erebnejad: Kurê CEOyê Mahan Airê Hemîd Erebnejad ku di kirîna parçeyên balafiran û fînansekirina vê şîrketa hewayî de bi rêya dahatên petrolê cih girtiye.
Li gorî biryarê, mal û milkên van kesan ên li DYAê tên cemidandin û muameleyên bazirganî yên kes û saziyên amerîkî yên li gel wan qedexe ne.
Daxuyaniya Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent
Wezîrê Xezîneyê yê DYAê Scott Bessent li ser vê biryarê got: "Di demekê de ku welatiyên asayî yên Îranê di nav kêmbûna nan û sotemeniyê de ne, rejîma zalim a Îranê berjewendiyên xwe li pêşiya welatiyên xwe digire. Rejîm gihîştiye dawiya dabînkirina petrolê ya bi rêya deryayê û dibe ku careke din dahatên petrola firotî nebîne. Keştî noqî binê avê dibe."