PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Amerîka û Îsraîlê di çarçoveya êrîşên xwe yên hevbeş de, kargehên hesin û polayê yên li parêzgehên Xuzistan û Îsfehanê kirin armanc.
Li gorî agahiyan, balafirên şer êrîş birine ser Kargeha Hesin a Xuzistanê û Kargeha Hesin a Mobareke ya li Îsfehanê. Di encama van êrîşan de, ziyanên madî yên mezin gihîştine her du navendên girîng ên pîşesaziya Îranê ku wekî stûnên aboriya welat têne dîtin.
Li Kargeha Hesin a Mobareke, santraleke elektrîkê û xeta hilberîna polayê ya taybet hatine lêdan, ku ev yek bûye sedema rawestandina beşek ji karên kargehê.
Herwiha li Kargeha Xuzistanê jî embar û hangarên mezin ên depokirinê bûne hedefa rasterast a êrîşan.