Berpirsê Îranê gef li Îsraîl û Amerîkayê xwar

Berpirsê Îranê gef li Îsraîl û Amerîkayê xwar

PeyamaKurd - Sekreterê Meclîsa Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Mihemed Baqir Zolqedir ragihand ku Tehran dê bersiva her êrîşekê bide ku binesaziya wê hedef digire û hişyarî da ku Îsraîl dê ji vê tolhildanê bêpar nemîne.

Zolqedîr, ev daxuyanî piştî êrîşên Amerîkayî yên li ser cihên di nava hundirê Îranê de da ku li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Îranê bûne sedema mirina 17 kesan û birîndarbûna 93 kesên din.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihandibû ku wan êrîşî armancên leşkerî kiriye. Lê belê Îran Washingtonê bi êrîşkirina binesaziya sivîl tawanbar dike.