PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yîsrael Katz, di hevpeyvînekê de ligel televîzyona Kanal 14 a Îsraîlê, gef li Îranê xwar û eşkere kir ku heke Îran êrîşî Îsraîlê bike, ew dê "derbeke wêranker" li wî welatî bixin. Katz diyar kir ku Îran bi xwe jî vê rastiyê baş dizane.
Wezîrê Îsraîlî her weha îddîa kir ku medyaya navxweyî "serkeftinên leşkerî" yên hikûmetê paşguh dike û eşkere kir ku kuştina Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî û berpirsên din ên pilebilind ên Îranî di nav van serkeftinan de ne.
Berteka li hemberî biryara Trump û hevsengiyên herêmî
Di nûçeyê de hat gotin ku berpirsên ewlehiyê yên Îsraîlê nerazîbûna xwe li hemberî biryara Serokê DYAyê Donald Trump nîşan dane ku plana operasyoneke berfireh a leşkerî ya li dijî Îranê betal kiriye.