Netanyahu: Berê Erdogan ji min re digot ‘Hitler’

Netanyahu: Berê Erdogan ji min re digot ‘Hitler’

PeyamaKurd- Binyamin Netanyahu yê ku amadekariya Serokwezîrtiya Îsraîlê dike, bi rêya bernameyeke podkastê, rojeva siyasî nirxand û di nirxandinên xwe de bal kişand ser têkiliyên niha yên Tirkiye û Îsraîlê.

Netanyahu yê ku di hilbijartinên pêşwext ên meha mijdarê de serkeftina xwe ragihand û ji nû ve erka avakirina hikûmetê girt ser milê xwe, beşdarî podkasta "Common Sense" ya ku ji aliyê nivîskarê Amerîkî Bari Weiss ve tê rêvebirin, bû û pirsên wî bersivandin.

Binyamin Netanyahu, li ser rewşa niha ya têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê jî axivî û li ser nêzîkahiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan a li hember Îsraîlê ev nirxandin kirin:

"Têkiliyên me baş bûne. Berê Erdogan ji 6 saetan carekê ji min re digot 'Hitler' lê beriya niha me bi awayekî gelek dostane diyalog kir û ez bi vê yekê gelek kêfxweş im. Ez wisa difikirim ku ew yek gelek girîng e."

Netanyahu yê ku di dîroka Îsraîlê de wekî kesê herî dirêj serokwezîrtiyê kiriye tê zanîn, bi berdewamî got ku

"Ji ber ku min her tiştê Erdogan pejirandibû, me hevdîtin pêk nehanî. Heman wekî ku Barack Obama têkiliyên baş bi Tirkiyeyê re danîbûn û rewşeke wekî rewşa ku Serok Biden bi rêberên Çînê re axivîbû. Dîplomasî, vê nêzîkahiyê hewce dike. Li vê derê têkelbûna berjewendî û nirxan heye û divê hûn hevsenga vê yekê bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin