Netanyahû: Hilbijartina pêswext sas e

Netanyahû: Hilbijartina pêswext sas e

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû, bi sedema ku di nava koalîsyona rêvebir ya Îsraîlê de gengeşe hene û dixwazin hilbijartinên pêşwext bên kirin, ragihand ku ne pêwiste hilbijartinên berya wextî çêbibin û şaşiya wê anî ziman.

Berya civîna encumena wezîran Netenyahû li ser rojevê axifî ku di rojevê de hilbijartinên pêşwext hebûn. Çend roj berê wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Avigdor Liberman îstîfa xwe dabû û bû sedema ku di nava koalîsyonê de gengeşe çêbibe. Netenyahû dixwaze hukumet bimîne û ji hev nekeve heya hilbijartina sala 2019an ya di vê mehê de çêbibe.

Netenyahû weha got: “Bo ewlehiya me em di demeka hassas de derbas dibin. Ne hewceye em hilbijartinan bikin. Ev tev dizanin di sala 1992 û 1999an de çi çêbû. Me felaketên 'Oslo û Întîfada' yê dît. Bo heman xeta tekrar nebe, divê çi ji destê me were em bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin