PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû ragihand ku di şerê li dijî Îranê de, wan ji nîvê zêdetirê armancên xwe bi cih anîne. Netanyahû her wiha destnîşan kir ku şer ne li gorî “demê”, lê li gorî “wezîfeyan” bi pêş dikeve.
Netanyahu di hevpeyvînekê de ligel kanala televîzyonê ya Amerîkî Newsmaxê, derbarê rewşa dawî ya operasyonan de agahî dan. Serokwezîrê Îsraîlî wiha got:
Bê guman me nîvê rê derbas kiriye. Lê belê, ez naxwazim ji bo bidawîbûna şer salnameyekê diyar bikim.”
Dema ku operasyona hevbeş a Amerîka û Îsraîlê di 28ê Sibatê de dest pê kir, Donald Trump û Netanyahû diyar kiribûn ku dibe şer 4 heta 6 hefteyan bidome. Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî duh ragihand ku tevî nerazîbûnên gelê Amerîkayê yên ji ber bilindbûna bihayê petrolê, şer dê ne bi mehan, lê “bi hefteyan” berdewam bike.
Netanyahû destnîşan kir ku heta niha bi hezaran endamên Pasdarên Şoreşa Îranê (IRGC) hatine kuştin. Li gorî nûçeya ajansa AFPê, Netanyahû diyar kiriye ku Îsraîl û Amerîka li ber “tunekirina pîşesaziya çekan a Îranê” ne.
Netanyahû wiha dewam kir:
Em hemû kargeh, tesîsên hilberînê, bernameya nukleerî û hemû binesaziya pîşesaziyê wêran dikin. Em her tiştî ji nav dibin.”
Serokwezîrê Îsraîlê baweriya xwe anî ziman ku rejîma Îranê dê di dawiyê de hilweşe, lê tekez kir ku "guhertina rejîmê" ne armanca sereke ya operasyona leşkerî ye. Netanyahû got:
Ez difikirim ku ev rejîm dê ji hundir ve hilweşe. Lê ya ku em niha dikin; qelskirina şiyanên wan ên leşkerî, mûşekên balîstîk û kapasîteya nukleerî ye, her wiha em wan ji hundir ve jî lawaz dikin.”
Tevî van daxuyaniyan, Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) hîn daxuyaniyên Trump û Netanyahu yên derbarê "bidestxistina çekên nukleerî" yên Îranê de piştrast nekiriye.