Netewên Yekbûyî wê bi Îranê re peymanê çêbikin!

Netewên Yekbûyî wê bi Îranê re peymanê çêbikin!

PeyamaKurd- Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump got em ê Peymana Nuklerî ya bi Îranê re betal bikin, cara pêşî Endanê Komîsyona Ewrûpayê yê berpirsê enerjiyê Miguel Arias Canete, ziyareta Îranê kir.

Miguel Arias Canete bi erkdarên Îranê re hinek hevdîtin pêk anîn. Siba jî wê bi Wezîrê Neftê yê Îranê Namdar Zengene re hevdîtinekê pêk bîne.

Netewên Yekbûyî piştî daxuyaniya Donald Trump ya ambargoyê, li dijî Trump derketin û desteka xwe ji bo Îranê nîşan dan.

Wezîrê Neftê yê Îranê Namdar Zengene got ku heke TOTAL jî xwe ji pişt peymanê bide aliyekî, em ê bi Şirketa Neftê ya Netewî ya Çînê re bixebitin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin