Neteweyên Yekbûyî banga demildest bidawîkirina ser kir

Neteweyên Yekbûyî banga demildest bidawîkirina ser kir

PeyamaKurd – Di roja 100emîn a şerê Rûsya-Ukraynayê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, bang li hemû aliyên şer ku demildest dawî li şer bînin.

Antonio Guterres bi daxuyaniyekê banga bidawîkirina şer û pevçûnên li Ukraynayê kir û got, rêya dawîkirina şer di diyalog û gotûbêjan de derbas dibe û NY piştevaniya her cûre hewldanan dike.

Guterres bi bîr xist ku hewldanên dilsozane yên bo dawîkirina şer wê hem ji bo Ukrayna û Rûsyayê hem jî ji bo tevahiya dinyayê baştir bibe.

Sekreterê Giştî yê NY herwiha daxwaza bêyî astengiyan tehlîyekirin û gihandina alîkariyên mirovî bo kesên di nav şer de asê mane kir û da zanîn, “Di vî şerî de heta niha bi hezaran can çûne, ruxandinên bêmînak çêbûne û bi milyonan mirov jî derbeder bûne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin