Neteweyên Yekbûyî dengdana ser vekirina deriyên alîkariyê bipas xist

Neteweyên Yekbûyî dengdana ser vekirina deriyên alîkariyê bipas xist

PeyamaKurd – Encûmena Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) mijara dengdana vekirina deriyan ji bo gihandina alîkariyan bo Sûriyê bipaş xist.

Hat zanîn ku Encûmena Asayîşa Navdewletî ev biryar bi armanca nermkirina helwesta Rûsyayê ku dixwaze hemû alîkarî di riya hikûmeta Şamê re derbasî Sûriyê bibin, derxistiye.

Welatên Îrlanda û Norwêc ku projebiryar ji pêşkeşî Encûmena Asyîşê kirine dixwazin, dergehên Til Koçer û Beb El-Selama jî ligel deriyê Bab El-Hewa werin vekirin,

Hat diyarkirin ku aliyan ew pêşnûmeya xwe paş de kişandine û guhertin tê de kirine. Herwiha daxwaz kirin ku dergehê Bab El-Hewa ku bi alîkarî di wê re derbasî herêmên di bin serweriya çekdarên Ehrar El-Şam dibin, vekirî bimîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin