PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Sûrîyeyê banga alîkarîyê kir.
Berpirsê alîkarîya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Mark Lowcock dîyar kir ku ger ji bo Sûrîyeyê tavile alîkarî nebe, dê di warên tenduristî, peydakirina avê û dermanan de krîz rû bidin.
NY di konferansa alîkarîyê de ya ku dê li Brukselê were lidarxistin, ji bo Sûrîwyê 3.3 milyon dolar dixwaze. Herweha ji bo dewletên weke Tirkîye, Urdin û Libnanê, ku koçberên Sûrîyeyê çûne wir, 5.5 milyon dolar tê xwestin.
Konferansa Brukselê îro roja Pêncşemê (14.03.2019) destpê dike û tê payîn ku ji 55 dewletan 80 nûner beşdarî wê konferansê bibin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku şerê navxweyî yê Sûrîyeyê ev 9 salan berdewam dike û hewcedarîya nêzîkî 12 milyon mirovî bi alîkarîyên mirovî heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin