Neteweyên Yekgirtî (UN)nota da Amerîkayê

Neteweyên Yekgirtî (UN)nota da Amerîkayê

PeyamaKurd – Berdevkê Neteweyên Yekgirtî  Stephane Dujarric, li ser belgeyên wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagonê ku ew belge ketin ser çapemeniyê û di wan belgeyan de digot ku sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres û rêvebirên di asta bilind yên NY, ji aliyê Amerîka de danûsiştendinên wan tên şopandin, NY notayê da nûnerê Amerîkayê yê li NY.

Belgeyên bi dizî, di hefteyên borî de daketibûn ser înternetê. Dujarric li ser mijarê weha got:

“Sekreterê giştî û rêvebirên di asta bilind de, ew danûsitendinên wan ku ji aliyê Amerîka de, li welatê wan hatine guhdarîkirin, me bi fermî nerazîbûna xwe gihande wan. Me ragihand ku tevgerên weha li dijî şertên Neteweyên Yekgirtî ne û Amerîka di berpirsiyariyên xwe de ne liheve.”

Di belgeyên ku ketibûn ser înternetê de, dihat gotin ku sekreterê giştî yê NY Guterres û cîgirê wî ji nêz de tê şopandin û li telefonên wan guhdarî dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin