PeyamaKurd – Saziya Rewşên Lezgîn û Hawarçûnê ya Tirkiyê (AFAD) ragihand ku hejmara mirinên erdheja Îzmîrê gihîştiye 60 kesan û hîn xebatên rizgarkirinê li ser kavilên 8 avahiyên hilweşiyayî berdewam dikin.
AFADê da xuyakirin, ji roja înê ji destpêka rûdana erdheja Îzmîrê ya bi pileya 6.6an ve, li Îzmîrê 60 kesan can daye û tedawiya 218 kesan jî li nexweşxaneyan dewam dike.
Herwiha hatiye ragihandin ku ji 940 birîndarên erdhejê 722 kes baş bûne û ji nexweşxaneyan hatine derxistin û di nav kavilên 8 avahiyên navenda bajarê Îzmîrê de jî xebatên rizgarkirinê berdewam dikin.
Li aliyê din Wezareta Dadê ya Tirkiyê jî piştî erdhejê lêpirsîn daye destpêkirin ku dozgerî wê lêkolînan li ser avahiyê hilweşiyayî û berpirsên wan bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin