PeyamaKurd - Xwediyê Weşanxaneya J&J Azad Zal ku ew jî bi hinceta lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hatibû binçavkirin, bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin.
Di operasyon û serdegirtina malan û avahiya KCDê ya 26ê Hezîranê de, ji 64 kesên dozgeriyê desteserkirina wan xwestibû, bêhtirî 40 kesan hatibûn binçavkirin.
Polîsan bi ser Weşanxaneya J&J de jî girtibû û piştî serdegirtinê xwediyê weşanxaneyê Azad Zal (Mehmet Gungormuş) hatibû binçavkirin û dest danîbûn ser gelek pirtûkên weşanxaneyê ku weşangeriya Kurdî dike.
Hat ragihandin ku îro 30yê Hezîranê Azad Zal derxistine pêşberî dadgeha Diyarbekirê û biryara girtina wî hatiye dayîn. Azad Zal piştî biryara girtinê şandin Girtîgeha Tîpa D ya Diyarbekirê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin